Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Erdogan Ser Sûrîyê Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê ser Sûrîyê axifîn.

Enqerê bi daxuyanîyekê da zanîn ku Trump û Erdogan bo Minbicê li hev kiriye ku li gor nexşerêya berê hatibû dîyar kirin tevbigerin.

Di heman daxuyanîyê de hat ragihandin ku her du rêberan daye zanîn ku lihevkirin bo Minbicê dê bo çareserkirina kêşeya Sûrîyê roleke girîng bilîzê.

Washington û Enqerê meha borî li hev kiribû ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê vekişe û hêzên Tirk û Amerîkî jî li dora Minbicê bo îstiqrar û ewlekarîyê çerx bibin.

XS
SM
MD
LG