Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.
Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders bi daxuyanîyke nivîskî dîyar kir ku Erdogan bo qurbanîyên di êrîşa Pittsburghê de hatine kuştin sersaxî xwestiye.
Sanders da zanîn ku her du serokan daye zanîn ku ew dixwazin ku li Sûrîyê û li herêmên din bi hev re bixebitin.
Li gor jêderên serokomarîya Tirkîyê her du rêber ser rewşa Minbic û Îdlibê jî axifîne û biryar dane ku peywendîyên dualî xurttir bikin.
Amerîka û Tirkîyê ragihandibûn ku leşkerên Amerîkî û Tirk li Minbicê dest bi nobedarîyên hevbeş kirine.