Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.
Qesra Sipî ragihand ku her du rêber derbarê girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de axifîne.
Li gor daxuyanîya Qesra Sipî, Trump û Erdogan ji hevdu re dîyar kirine ku jiber ku Rûsya dest danîne ser gemîyên Ukrayna û xebatkarên wê girtine, fikarên kûr bi wan re çêbûne.
Di daxuyanîyê de bi berdewamî hat ragihandin ku Trump û Erdogan li hev kirine ku di Hilcivîna G20 ya li Arjantînê kom bibin.