Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.
Qesira Sipî ragihand ku her du rêber ser xurtkirina bazirganîyê û sîstema berevanîyê ya S-400 peyivîne.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Trump û Erdogan dê di meha pêş de li Osaka ya Japonya di G-20 de jî bicivin.
Jêderên Tirkîyê jî ragihandin ku Erdogan û Trump di telefonê de ser mijarên herêmî axifîne.