Serokê Amerîka Donald Trump ser berdana xebatkarê NASA, Serkan Golge, ku li Tirkîyê girtî bû, axifî.
Trump ser hevkarîya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan spasîya wî kir.
‘’Ez hîn bûm ku Golge ji girtîgehê veguhastine hepsa malê, ji wir jî di demeke nêz de dê derbazî Amerîka bibe.’’ Trump got.
Golge di sala 2016’an de hatibû desteser kirin û di Sibata 2018’an de jiber ‘’endamtîya FETO’’ 7 sal û 6 meh cezaya girtîgehê sitandibû