Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bo çareserkirina kêşeyên ser Îdlibê tev dixebitin.
Trump li ser pirsa rojnamevanekî derbarê axaftina wî û Erdogan peyivî.
Wî dîyar kir ku Erdogan ''yekî dijwar e'' lê peywendîya wan baş e.
‘’(Erdogan) bo Îdlibê şer dike. Naxwaze ku bi hezaran, bi sedhezaran kes werin kuştin. Bo vê yekê û hin mijarên din telefon kir. Lê em ser Îdlibê axifîn.’’ Trump got.
Li ser pirsa ‘’Çareserî çi ye?’’, ku heman rojnamevanî pirsî, Trump dîyar kir ku pevçûnên li herêmê pir zêde ne û ew axaftina bi Erdogan re didomîne.
Neteweyên Yekbûyî (NY) radigihîne ku ji Berfanbarê vir ve 900,000 kes ji herêma Îdlibê koç kirine û banga agirbestê dike.