Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Erdogan Ser Îdlibê Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.

Qesira Sipî ser axaftina her du serokan daxuyanîyek belav kir.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Trump bo leşkerên Tirk yên li Îdlibê hatine kuştin sersaxî xwest û ew êrîş şermezar kir.

Trump dîyar kir ku ew piştgirîyê dide hewildanên Tirkîyê yên sêr kêmkirina girjîya li rojavayê bakurê Sûrîyê.

Her du rêberan dan zanîn ku berî pirtir sîvîl werin kuştin û ji cîhên xwe bar bikin divê rejîma Sûrîyê, Rûsya û Îran êrîşên xwe rawestînin.

Li gor daxuyanîya karbidestên Tirkîyê, di êrîşên li Îdlibê de 36 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG