Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Erdogan Ser Danûstandinên Aborî Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.

Qesira Sipî ragihand ku Trump û Erdogan ser têkbirina vîrusa korona û danûstandinên aborî yên Washington û Enqerê peyivîne.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Trump û Erdogan ser mijarên herêmî yên wek Sûrîye, Lîbya jî danûstandin kirine.

Erdogan, piştî axaftina bi Trump re ji kanala TRT re da zanîn ku ew bi piranî ser kêşeya Lîbya axifîne.

Wî dîyar kir ku dibe ku bi Amerîka re qonaxeke nû destpê bike.

XS
SM
MD
LG