Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Berî Hilcivîna NATO Welatên Ewrupî Rexne Dike


Serokê Amerîka Donald Trump berî Hilcivîna NATO ya li Brukselê ya paytaxta Belçîka, Yekîtîya Ewrupa (YE) ser bazirganîyê, endamên NATO yên Ewrupî jî ser lêçûnên hindik yên bo berevanîyê rexne kir.

Trump ji Twitterê da zanîn ku welatên NATO lêçûnên bo berevanîyê par 40 mîlyar dolar zêde kiriye, lê ew têrê nake.

Trump dîyar kir ku bi deh salan e Amerîka li gor welatên din bo berevanîyê zêdetir dide û got ku welatên wek Almanya divê demûdest pirtir pere bidin.

Serok Trump da zanîn ku ''Amerîka bo berevanîyê piştgirîyê dide Ewrupa, lê Almanya bi Rûsya re peymana gazê îmza dike.''

Ser rexneyên Donald Trump, Serokê Konseya YE Donald Tusk dîyar kir ku Trump ‘’hema bêje her roj’’ Ewrupa rexne dike û got ku ‘’Birêz Amerîka, qîmeta hevalbendên xwe bizanibe, dawîya dawî hevalbendên ne ewqas pir in’’

Tusk da zanîn ku ‘’hevalbenda herî baş ya Amerîka, Ewrupa ye’’ û bi bîr xist ku piştî piştî êrîşên 11’ê Îlonê, li Afganistanê leşkerên Ewrupî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG