Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Walîyên Eyaletan Dike ku Tedbîrên Dijî Korona Sist Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî dîyar kir ku wan bi tedbîrên dijî vîrusa korona însan ji mirinê filitandine.

Trump da zanîn ku pisporên saxlemîyê ji wî re gotine ku ger ew wisa bi lez tevnegerîyana ewê mirinên ji vîrusa korona 10 - 25 qat zêdetir bûna.

Wî bang li walîyên eyaletan kir ku sînordarkirinan bi dawî bikin û aborîyê geş bikin û got ku ger walî îbadtxaneyan venekin ewê desthilata wan pûç bike.

Cîgirê Serok Mike Pence jî pesna tedbîrên Amerîka yên dijî vîrusa korona da.

Pence bî bir xist ku roja Duşemê kêmtir ji 500 kes jîyanên xwe ji dest dane û dîyar kir ku ew ji meha Adarê vir ve hejmara herî hindik e.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka bi qasî 1,700,000 kes bi vîrusa korona ketine û 98,787 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG