Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Dezgehên Federalî Dixwaze ku Malbatan Bigehînin Hevdu


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê got ku wî ferman daye dezgehên federalî ku dest bi peyvajoya lihevgihandina malbatên penaxwaz bikin, ku dema bi qaçaxî derbazî axa Amerîka dibûn, hatibûn desteser kirin.

Trump şeva Çarşemê fermaneke qanûndêr (executive order) îmza kiribû û dawî li cihêkirina zarokan ji malbata wan anîbû, piştî ku li hindur û dervaye Amerîka reaksîyonên tund li hember biryara rêvebirîya wî hatibûn dayîn.

Daxuyanîya Trump di vê demê de tê ku hevjîna wî Melania jî bona kêmkirina reaksîyonên heyî çûbû Teksas û serdana navendên desteserkirina zarokan kiribû.

Dîmenên zarokên ku li nav qafesan dihatin hêştin li seranser cîhanê bûbû sedema hêrsbûneke mezin.

XS
SM
MD
LG