Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Rexneyên Giran li Dr. Fauci Dike


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê di civîna bi xebatkarên kampeyna xwe de, pisporê vîrusa korona Dr. Anthony Fauci bi tundî rexne kir.

“Fauci malwêranî ye. Ger min li wî guhdarî bikira, dê 500.000 mirinên me hebana, " Trump got.

Wî di axaftina xwe ya bi telefonê de hewil da ku bawerîya xebatkarên kampeyma xwe xurt bike ku ew di rêka serfirazîyê de ye.

Trump berîya du mitîngên li Arizona, ji otela xwe ya ji Las Vegas peyivî û got ku Amerîkî ji qedexe û tedbîrên pandemîya vîrusa korona bêzar bûne.

"Mirov dibêjin, 'Çi dibe bila bibe. Bese me bi tenê bihêlin. Ew ji vê yekê bêzar bûne. Gel ji bihîstina Fauci û tevahîya van ehmeqan westîya, " Trump got.

Wek berevajîya peşnîyarên Dr. Fauci û pisporên saxlemîya giştî yên din, di mitîngên Trump de gelek alîgirên wî ku maskan li xwe nakin û pir nezî hevdû disekinin.

Trump û Dr. Fauci ku endamê tîma Qesira Sipî ya rêvebirina krîza vîrusa korona ye, ser revebirina peyvajoya pandemîya COVID-19 ji hev cuda difirikrin.

Dr. Fauci jiber ku di reklameke kampeyna hilbijartinê ya Trump de bahsa wî tê kirin, bi eşkereyî rexne û gilî kir û herwiha wî di hevpeyvîna bernama "60 Minutes" ya CBS de got ku ew dema Trump bi vîrusa korona ket şaş nemaye.

Hejayî bal kişandinê ye ku Dr. Anthony Fauci yê 79 salî yek ji zanyarên herî rêzdar yê li Amerîka ye û ji 1984'an vir ve Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî ye.

Ew di bin jimareke serokên Komarî û Demokrat de kar kiriye.

XS
SM
MD
LG