Serok Donald Trump dîyar kir ku hikûmeta federal dê ji eyaletan re 150 mîlyon testên vîrusa korona yên ku encaman zû raber dikin, bişîne.
Trump li Qesira Sipî da zanîn ku ew dixwazin ku bi vê plana wan re dibistan û aborî jinûve vebin û geş bibin û ew piştgirîyê bidin kesên ti parastina wan tune.
Wî got ku ewê 50 mîlyon testan xênji kesên li malê xizmetê distînin, ji wargehên kal û pîran re, navendên jîyanên bi piştgirî, tesîsên ku lê nexweşên giran derman dibin û cîhên wek wan yên ku kesên ‘’bê parastin’’ lê dimînin re bişînin.
Trump dîyar kir ku 1 mîlyon test jî dê ji hin zanîngehan re, ku piranîya xwendekarên wan reş û Amerîkîyên resen in, werin şandin.
Serok Trump da zanîn ku ewê 100 mîlyon testan jî bo piştgirîya vekirina aborî û dibistanan bidin herêm û eyaletan.
‘’Bi piştgirîya ku rêvebirîya min dide, li hemî eyaletan, mamosteyên ku pêdivîyên wan pê hene dê karibin bi awayekî pir rêkûpêk test bikin.’’ Trump got.
Wî dîyar kir ku di qonaxa pêşî de 6,5 mîlyon test dê vê hefteyê û yên din jî di hefteyên pêş de werin şandin.
Testên ku Trump ragihandin, di meha Tebaxê de ji kompanîya dermanan Abbott hatibûn sitandin.
Di danasîna li Qesira Sipî de, Cîgirê Wezîrê Xizmetên Mirovahî û Saxlemî Brett Giroir, ku bepirsê xebatên testan e jî, li ser xwe karanîna testên Abbott raber kir.
Girori bi çoçikê bi pembû ji pozê xwe nimûneyek sitand û piştre ew çoçik xist solusyona testê. Wî da zanîn ku bi vê rêbazê ewê encam di 15 deqîqeyan de dîyar bibe.
Cîgirê Serok Mike Pence da zanîn ku di rojên pêşî de li ber e ku bi zêdebûna testên vîrusa korona hejmara pêketîyên wê jî zêde bibin.