Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermana Nû ya Qedexeya Rêwitîyê Hat Îmza Kirin


Serok Trump fermanê îmza dike
Serok Trump fermanê îmza dike

Fermana nû ya Serokê Amerîka Donald ya ser koç û rêwitîya li wî welatî eşkere bû.

Li gor fermana qanûndêr, hemwelatîyên Lîbya, Somalî, Sudan, Sûrîye û Yemenê dê nikaribin herin Amerîka. Îraq ya ku di fermana berê de hebû ji lîsteyê hat derxistin.

Şertên fermana nû ya li gor ya berê hîn sivik in. Fermana nû wek ya berê tavilê dê destpê neke ku ji 16'ê Adarê pê ve derbasdar e.

Berovajî fermana din, kesên vîzaya wan hene û yên xwedîyê karta kesk in dê karibin herin Amerîka.

Qedexeya rêwitiyê ya ku dê di 16'ê Adarê de destpê bike, jibo 90 roj e.

Trump dîyar kiribû ew jibo rê li ber kêşeyên terorîzmê bigire fermana qedexeya rêwitiyê radigihîne.

Piştî fermana yekê, li firîngehan jiber nehiştina hemwelatîyên 7 welatan alozî çêbûbû ku di sêrî de firîngeh li gelek cîhan xwêpêşandan hatibûn li dar xistin.

Komên ku qedexeya rêwitiyê rexne kiribun ew ferman wek neheqîyek li penaberan dîtibûn.

Li dijî fermana qedexeya rêwitiyê li dadgehên Amerîka ji 20'an zêdetir doz hatibûn vekirin. Di dozeke li Washingtonê de Dadgeha Pêdaçûnê ya 9'an biryar dabû ku fermana qedexeya rêwitiyê were rakirin.

Her çiqas li derveyê Amerîka li dijî fermanan bertekên tund hene jî, li gor anketan ji nîvê zêdetir Amerîkî piştgirîya fermanan dikin.

XS
SM
MD
LG