Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Bo Rakirina Bacan Îro Fermaneke Nû Îmza Dike


Serokê Amerîka Donald Trump, li ber e îro Înê fermaneke nû ya qanûndêr (executive order) îmza bike. Trump bi vê fermanê ji Wezareta Xezînê bixwaze ku dawî li hin bac û rêzikên darayî yên dema serokê berî Barack Obama bîne.

Li gor fermana nû bacên ser kompanyayên mezin û karsazîyan wê bê nizim kirin ku di serdema kempeyna yek jî sozên serekî yên Trump bû.

Ajansa Associated Press dide zanîn ku Trump ji Wezîrê Xezîne ya Amerîkî Steven Mnuchin xwest ku dest bi pêdaçûna du rêbazên bankevanî bike û qanûn û rêzikên ji dema Obama rake.

Mnuchin da zanîn ku ew jibo cîhanîna reforma bacan şev û roj dixebitin û di demeke nêzîk de ji bîragiştî re eşkere bikin.

XS
SM
MD
LG