Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê bang li karbidestên Florîda kir ku prosesa jinûve jimartina dengan rawestinîn û berbijarên Komarî wek serketîyên hilbijartinê ragihînin.
Karbidestên eyaleta Florîda radigihînin ku ferqa navbera berbijarên Komarî û yên Demokratan hîn kêmtir bûye, piştî ku wan dengên li hîn deverên din jî jimartin.
Jiber ferqa pir nêzîk ya heyî, Florîda heta 10 roj dem daye karbidestên hilbijartinê ku dengdana bi rêka posta jî bihejmerin ku ji hêla dengderên tomarkirî yên dervayê Amerîka dijîn, tê xebitandin.
Demokrat nerazîbûna xwe hember daxuyanîyên Trump nîşan didin û ew wek maytekirina prosesa hilbijartinoê bi nav dikin.
Di hilbijartinên Sêşema borî de, li gor encamên pêşîn berbijarên Komarî Rick Scott li pêş senatorê niha yê Demokrat Bill Nelson û berbijarê Komarî Ron DeSantis jî li pêş berbijarê Demokrat Andrew Gillum, bajarvanê Tollhouse ya paytexta Florîda bûn.
Li gor qanûnên Florîda gava ferqa navbar berbijarê yek û duyê ji 0.5 ji sedê bem divê prosesa jinûve jimartina dengan destpê bike û hem bo hilbijrtina posta walîtî û hem jî bo senatorî ew peyvajo didome.