Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Soza Alîkarîya Xurt Dide Mexdurên Baroveya Florence


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê serdana hin herêmên Coralina Bakur û Başûr kir ku Bahoza Florence zararên mezin li wan deran çêkirine û avên lehîyê xeterî li ser jîyana rûniştvanên herêmê çêdikin.

Trump soza alîkarîyeke xurt ya hikûmeta federalî da hemwelatîyên ku zîyanên mezin ji bahozê dîtine.

“Emê % 100 li ba we bin û ti tiût li pêy xwe nahêlin. Emê hemî tiştên pêdivî bînin ber we,“ Trump li bajarokê Havelock ya Carolina Bakur got.

Trump ku jiber sistbûna awayê bersîvdana Baroveya Maria ya Porto Rîko rastî rexneyên tund hatibû, çû herêma bahozê û bizavên rizgarkirinê di cîh de dît û spasîya tîmên hawarçûnê kir ku bizavên gîhandina xwarin û anîna elektrîkê didomînin.

Wezîra Ewlekarîya Navxweyî ya Ameîrka Kirstjen Nielsen, Serokê Ajansa Rêvebirina Rewşa Awarte ya Federal (FEMA) Brock Long, Senator Richard Burr û Thom Tillis yên Carolina Bakur û Senator Lindsey Graham û Tim Scott yên Carolina Başûr jî bi Trump re li herêmê bûn.

Karbidestên xwecîhî radigihînin ku jiber Baroveya Florence pirtir ji 15,000 kes li Carolina Bakur li stargehan dimînin û pirtir ji 200,000 kesên din jî bê elektrîk in.

Heta niha bi kêmî ve 36 kes jiber Florence hatine kuştin ku 27 ji wan ji Carolina Bakur, 8 ji Carolina Başûr û 1 jî ji Virginia ne.

XS
SM
MD
LG