Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Berê Michael Flynn Efû Kir


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku wî Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê berê Michael Flynn efû kiriye.

Flynn dabû zanîn ku wî bo lêpirsîna ser maytekirina Rûsya ya li hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka yên 2016’an ji FBI’yê re derew kirine.

Trump ew biryara ser efûkirina Flynn ji Twitterê ragihand.

‘’Bo min serbilindîyek e ku ez radigihînim ku General Michael Flynn hatiye efû kirin. Ez Flynn û malbata wî ya mukemel pîroz dikim. Ez dizanim ku hûnê niha Roja Spasdarî pir baş derbaz bikin.’’ Trump nivîsî.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê berê yê Serok Trump, Michael Flynn piştî hilbijartinên 2016’an demeke kin li ser kar mabû û piştî ku danûstandinên wî yên bi Rûsan re eşkere bûbû, karvekişîna xwe ragihandibû.

Medya Amerîkî di rojên dawî de dîyar kiribû ku Trump efûkirina Flynn difikire.

Ew efûya Trump efûya herî payabilind ya serdema wî ye.

Michael Flynn, di sala 2017’an de berî Trump dest bi seroktîyê bike li xwe mikur hatibû ku wî ser hevdîtina bi Balyozê Rûsya yê li Washingtonê Sergey Kislak re ji FBI’yê derew gotine û bi dozgerîyê re hevkarî kiribû.

Flynn, di lêpirsîna ser maytekirina Moskowê ya li hilbijartinên 2016’an de dihat tawanbar kirin yan jî ew bo tawanên xwe li xwe mikur hatibû.

Çaverê bû ku Flynn li gor lihevkirina bi dozgerîyê re bi hikûmetê re hevkarîyê bike, lê wî piştre tîma xwe ya parêzeran guherand û îdia kir ku dozgeran ji wî xwestine ku ser hevdîtina bi Kislyak re derewan bike.

Wezareta Dadê dîyar kiribû ku dozgerî bi şaşî tevnegerîye, Dadgerê Dadgeha Herêmî Emmet Sullivan jî di Berfanbara 2019’an de îdiayên Flynn red kiribûn û dozgerên federal bo wî heta şeş mehan cezaya girtîgehê xwestibûn.

XS
SM
MD
LG