Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Sibê bi Rêberên Dewletên G-7 re Vîdeokonferansekê Çêdike


Qesira Sipî ragihand ku Serok Donald Trump dê sibê Pêncşemê bi rêberên dewletên G-7 re vîdeokonferansekê çêke.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, vîdeokonferans dê ser vîrusa korona be.

Trump do Sêşemê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re jî ser vîrusa korona axifîbû.

Rêberên Amerîka, Fransa, Brîtanya, Îtalya, Kanada û Japonya dê di di meha Hezîranê deli Amerîka bicivîyana, lê jiber vîrusa korona Hilcivîna G7 dê bi rêka vîdeokonferansê çêbe.

Serokên dewletên G-7 vîdeokonferansa pêşî ya ser vîrusa korona di 16’ê Adarê de çêkiribûn.

Ew serok dê berî hilcivîna Hezîranê, di wê mehê de vîdeokonferanseke din jî li dar xin.

XS
SM
MD
LG