Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Em Hewil Didin ku ji Trump Hûrgilîyên Vekişîna Hêzên Amerîkî ji Almanya Wergirin


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Sêşemê got ku ew ji daxuyanîya Serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna hin hêzên Amerîkî ji Almanya ne agahdar in.

“Em hewil didin ku ji Serok Trump hûrgilîyên vekişîna hêzên Amerîkî ji Almanya hîn bibin. Lê, heta niha biryar nehatiye dayîn ku kişanfina hêzên Amerîkî ji Almanya kengî û çawa were cîh kirin,“ Stoltenberg got.

Trump, berê çend caran Almanya rexne kiribû ku jibo berevanîya Ewrupa bi têra xwe dirav venaqetîne. Wî roja Duşemê piştrast kiribû ku ewê 9,500 leşkerên Amerîkî ji Ewrupa derxînin.

XS
SM
MD
LG