Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Sersaxî ji Serokê Afganî Ganî re Xwest


Serokê Amerîka Donald Trump bi telefonê ligel Serokê Afganistanê Eşref Ganî axifî û jiber êrîşa sibeha Pêncşemê ya li payaxt Kabulê sersaxî ji malbatên qurbanîyan re xwest.

Trump êrîşa kujêr ku di meha Ramazanê de diqewime, şermezar kir û bal kişand ku êrîşvan dijminê hemî mirovahî ne.

Wî pesna wêrekîya karmendên hawarçûnê yên Afganî da ku bo alîkarîya birîndaran demûdest xwe gîhandin cîhê êrîşê.

Trump herwiha pesna hêzên ewlekarî yên Afganî jî da ku hewil didin gelê Afganî ji êrîşan biparêzin.

XS
SM
MD
LG