Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Serdana Termê Ruth Bader Ginsburg Kir


Serokê Amerîka Donald Trump û xanima wî Melania Trump serdana termê Ruth Bader Ginsburg ya dadger, ku hefteya borî jîyana xwe ji dest dabû, kirin.

Kesên li dora termê Ginsburg ya li Dadgeha Qanûna Bingehîn jiber serdana Trump bertek nîşan dan û dijî wî slogan gotin.

Trump, ku mask jî dabû ber rûyê xwe, li ber darbesta Ginsburg bi rêzdarî sekinî û bê ku daxuyanîyekê bide ji Dadgeha Qanûna Bingehîn çû.

Ginsburg roja Çarşemê bi beşdarîya malbata wê û dadgerên din li Dadgeha Qanûna Bingehîn, bi merasîmeke taybet hatibû rûmetdar kirin û darbesta wê bo serdana gel li dadgehê hatibû hiştin.

Bo Ginsburg dê roja Înê jî li Salona Peykerên Neteweyî ya Kongresê merasîmeke were li dar xistin ku li Kongresê cara pêşî dê termê jinekê bo serdana gel hazir be.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ragihand ku Ginsburg dê hefteya pêş bi merasîmeke girtî li Goristana Arlington ya Neteweyî were binax kirin.

XS
SM
MD
LG