Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Medya Civakî û Google bi Veşartina Nûçeyên Baş Tawanbar Dike


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku kompanîyên medya civakî cîh nadin ‘’dengên konservatîfan’’ û agahî û nûçeyên baş jî vedişêrin.

Trump ji Twitterê da zanîn ku Google bo ‘’nûçeyên Trump’’ tenê nûçeyên medya derew raber dike.

Trump got ku ‘’nûçeyên derew yên CNN’ê’’ derdikevin pêş û dîyar kir ku ew metirsîyeke mezin e.

‘’Google û yên rê li ber dengên konservatîfan digirin, agahîyên û nûçeyên baş vedişêrin. Em dê çi bibînin û nebînin kontrol dikin. Ew rewşeke cidî ye û em dê bi ser de herin’’ Trump got.

Google, ku navenda wê li California ye ser tawanbarkirinên Trump hîn ti şirove nekiriye.

Serok Trump heftaya borî jî platformên medya civakî tawanbar kiribû û dabû zanîn ku hemî sansurê dikin.

XS
SM
MD
LG