Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Haley di Dawîya Salê de Dest ji Kar Berdide


Serokê Amerîka Donald Trump îro li Qesira Sipî ragihand ku balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley wê di dawîya vê salê de dest ji karê xwe berde.

Trump got ku Haley berî şeş mehan ji wî re gotibû ku ew dixwaze di dawîya salê de karê xwe berde.

Trump pesna karê Haley ya Neteweyên Yekbûyî da û dilgeşîya xwe li ser karê wê dîyar kir.

Haley jî di axaftina xwe de spasîya Trump kir ku ew derfet da wê ku xizmeta welatê xwe bike.

Haley da zanîn ku bi xêra karê wê û Trump, niha Amerîka careke din pêşengîya cîhanê dike û hemî dewletên cîhanê rêz li sîyaseta wan digire.

Wek bersîva pirsekê, Haley got ku ti plana w tuneye ku di hilbijartinên 2020’an de bibe berbijar jiber ku ew dixwaze piştgirîya rêvebirîya Trump bike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG