Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî jiber Bahoza Harvey Hizra Xwestina 6 Mîlyar Dolar Alîkarî ji Kongresê Dike


Karbidestên Qesra Sipî dibêjin ku Serok Donald Trump jiber zararên Bahoza Harvey, hizra xwestina dora 6 mîlyar dolar alîkarîya tengavî ji Kongresê dike.

Qesra Sipî dide zanîn ku paketa alîkarîya 5.95 mîlyar dolar wê ji herêmên bin bandora wêrankar ya bahozê were şandin.

Ajansa Rêvebirina Awarte ya Federalî (Federal Emergency Management Agency) wê 5.5 mîlyar di wê alîkarîyê wergire û dirava mayîn jî ji Ajansa Karsazîyên Biçûk (Small Business Administration) re were hinartin.

Hevdem, bajarvanê Houstonê Sylvester Turner jî ragihand ku hîn du taxên bajêr di bin ava lehî de ne û pirsgirêkên girêdayî blindbûna avê hîn jî astengên girîng ji wan re peyda dikin.

Turner, di heman demê de geşbînîya xwe dîyar kir ku hejmara kesên li stargehên giştî hindiktir dibin û di firîngehên mezin yên li Houstonê jinûve vebûn.

Rêvebirîya Polîsan ya Houstonê ragihand ku heta niha, herî kêm 40 kes jiber bahoz û lehî jîyana xwe hinda kirine û 69 kes bi gumana talan û dizîkirinê hatine binçav kirin.

XS
SM
MD
LG