Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump, li Virginia serdana navenda hilbijartinê ya partîya xwe kir.
Trump ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew xwe ‘’pir baş’’ hîs dike û ew bo ‘’serketineke mezin’’ hazirîyê dikin.
Wî da zanîn ku ew li eyaletên krîtîk yên wek Florîda, Arîzona û Teksasê li pêş e û biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya ser dengên li Pennsylvania rexne kir.
Dadgeha Qanûn Bingehîn bi biryarekê dabû zanîn ku dengên bi postayê têne şandin dikarin 1 roj piştî hilbijartinê jî werin pejirandin.
‘’Divê demek hebe, ew roj jî 3’yê Mijdarê ye. Divê em bizanibin ku wê rojê kê qezenc kiriye. Wisa bo welatê me ji gelek alîyan ve metirsîyê çêdike’’ Trump ji rojnamevanan re got.
Trump dîyar kir ku ew li bendê ye ku Amerîkîyên Latîn û yên reş piştgirîyeke mezin bidin wî.
Serok Trump da zanîn ku ew bo reşan xênji Lincoln ji hemî serokan pirtir xebitîye û got ku reşan ew xebatên wî dîtine.