Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Ez di Hilbijartinê de bi Ser Nekevim Ezê Tiştên Din Bikim


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ger ew di hilbijartina seroktîyê ya di 3’ê Mijdarê de bi ser nekeve ewê ‘’tiştên din’’ bike.

Berbijarê Demokratan Joe Biden di rojên borî de gotibû ku Trump ‘’dikare sextekarîyê bike’’ û îdia kiribû ku ger ew di hibijartinê de têk here jî dibe ku ji Qesira Sipî dernekeve.

Trump ji Fox News'ê re got ku ‘’Bêguman, ger ez bi ser nekevim, bi ser nakevim. Ezê herim karên din bikim.’’

Berdevikê kempeyna hilbijartinê ya Trump, Tim Mortaugh roja Pêncşemê gotibû ku Trump wê encamên hibijartinê qebûl bike.

Serok Trump îdia dike ku Demokrat hewil didin ku bi dengdana bi rêka postayan sextekarîyê bikin û li alîyê din Joe Biden jî dibêje ku dijî ‘’zextên Komarîyan yên li ser hilbijêran’’ ewê li navendên dengdanê parêzeran bi cîh bikin.

Pisporên hilbijartinê dibêjin ku ewê di 3’ê Mijdarê de bi şev girjîya di navbera Komarî û Demokratan de bilind bibe.

XS
SM
MD
LG