Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îdiayên Ser Sextekarîyên di Hilbijartinê de Dubare Dike


Serokê Amerîka Donald Trump bi vîdeoyeke 46 deqîqeyî careke din îdiayên xwe yên ser ‘’sextekarîyên di hilbijartinê de’’ gotin.

Trump bo wê vîdeoya ku bi tenê ji medya civakî hat weşandin got ku ‘’axaftina herî girîng ya dewra seroktîyê’’

Ew axaftina ser ‘’sextekarîyên di hilbijartinê’’ de ji Odeya Dîplomasî ya Qesira Sipî hat kirin.

‘’Bi tenê ne birûmetkirina 74 mîlyon Amerîkîyên deng dane min e ew, herwiha bo Amerîkîyan bawerkirina bi vê hilbijartinê û bi hemî hilbijartinên din yên siberojê re jî eleqedar e’’ Trump got.

Vîdeoya Trump 1 saet piştî weşandina ji Facebookê, bi hezaran car hat temaşe kirin û 60 hezar kesên li ser wê platformê ew vîdeo belav kirin.

Facebook û Twitterê li binê vîdeoya Trump hişyarîyeke ku raber dike ku li ser wê mijarê nîqaş hene danîn.

Wezîrê Dadê William Barr roja Sêşemê ji AP’ê re dîyar kiribû ku wan ti sextekarîya ku dikare encamên hilbijartinê biguherîne nedîtîye.

Trump di îdiayên xwe de bal kişand ser dengên li Pennsylvania, Michigan û hin eyaletên din.

Wî dîyar kir ku li Pennsylvania dengên bi rêka postayê bi sextekarî hatine hejmartin û got ku li Philadelphia û Allegheny nehiştine ku çavdêrên sindoqan dengan bişopînin.

Li gor AP’ê, li Pennsylvania çavdêrên sindoqan yên partîyên sîyasî bo şopandina hejmartina dengên bi rêka postayê nehatin asteng kirin, lê ser mesafeya di navbera wan û karbidestên hilbijartinê nîqaş çêbûn.

Tîma Trump bo çavdêrên sindoqan ji nêzîktir ve hejmartina dengan bişopînin doz vekiribû û dadgehekê bi biryara xwe piştgirî dabû wê daxwazê.

Trump bal kişand ku di hilbijartina dawî de bi hejmara dengên bi rêka postayê rekor hatiye şikadin û da zanîn ku Demokratan zext çêkirine ku bi mîlyonan deng ji kesên nehatine piştrast kirin re werin şandin.

Dengdana bi rêka postayê li her eyaleteke Amerîka diguhere. Hin eyalet bi tenê ji hilbijêrên qeydên wan hene re pisûlaya dengan dişînin hin eyalet bi tenê kesên ku wan dixwazin re dişînin. Di her du rêkan de jî karbidestên eyaletê wan pisûlayên dengan piştrast dikin.

Demokratan jiber vîrusa korona ji hilbijêrên xwestibû ku li şûna çûyîna ser sindoqan bi rêka postayê dengên xwe bidin.

XS
SM
MD
LG