Serok Donald Trump dê konservatîfên li medya civakî aktîif û navdar li Qesra Sipî kom bike.
Li ber e ku Trump û navdarên medya civakî di hilcivînê de derbarê îdiayên ser sansura dijî konservatîfan biaxifin.
Facebookê ragihand ku ew bo ‘’Hilcivîna Rêberên Dijîtal’’ nehatiye vexwendin.
Twitter û Reddit û Google ser vê mijarê hîn ti daxuyanî nedane.
Komarîyên di Kongresê de heta niha ser helwesta dijî konservatîfan ya li sosyal medya çend caran rûniştin li dar xistin.
Di 16’ê Tîrmehê de, dê li Civata Senatora panela biii navê ‘’Sansura bi Google û Motorên Lêgerînê’’ li dar keve.
Cîgirê Serokê Sîyaseta Bîra Giştî yê Google Karan Bhatia jî dê beşdarî panelê bibe.
Qesira Sipî ragihand ku dê 130 kes beşdarî hilcivîna medya civakî bibe lê lîsteya beşdaran hîn neweşendîye.
Trump dema kempeyna hilbijartinê medya civakî bi awayekî aktîf bikar anîbû û niha di dema seroktîyê de jî bikar tîne.