Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran bi 230 Beramber 197 Dengan Serok Trump Tawanbar Kir


Civata Nûneran ya Amerîka îro Çarşemê denganê ser împîçkirina Serok Donald Trump kir û biryar da ku bi du sedeman wî bi fermî tawanbar bike.

Endamên Civata Nûneran bi sedema ku Trump hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bona destxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye ew biryar da.

Di dengdanê de 229 Demokrat û 1 endamê Serbixwe dengê erê da û 195 Komarî û 2 Demokrat jî dengê na da û 1 endamê Civata Nûneran jî dengê “amade ye” bi kar anî.

XS
SM
MD
LG