WASHINGTON – Bêtawan derketina serokê berê Donald Trump derbarê dosya paldana alîgirên xwe bo ser avahiyê Kongresa Amerîka (Capitol Hill), duberiyek mezin di nava Demokrat û Komariyan de hişt, herçende Yekşemê Washington li gor ajendeya siyasî ya serokê Demokrat Joe Biden berê xwe da pêş.
Şemiyê bi piraniya dengan di civata senatoran de 57-43 deng bo Împîçkirina Trump hatbûn dan ku 48 endamên Demokrat tevî 2 endamên serbixwe û 7 komariyan deng da ku Trump bihê Împîçkirin.
Dadgeha Împêçkirinê wekir ku Kongres û welatê ku ew nûnertiya wî dikin berdewam di nava nakokiyên siyasî de bimînin û Qesra Spî û Kongres hertim ji aliyê gel ve dorpêçkirî bimînnin.
Joe Biden serokê Amerîka banga yekbûnê kir jibo xatirê "Çareseriya vî şerê nemedeî û çarekirina birîndarbûna giyanê netewekê". weke Biden got.
Biden di daxuyaniya xwe de dîsan got "Ev demek xemgîne ji dîroka me dê hertim demokrasiyek lawaz libîra me bimîne, ya ku divê herdem em berevaniyê ji wê bikîn, tundî û nijadperistiyê li Amerîka ciyê xwe tuneye". Û wî got "Ev erka li pêşiya me ye, divê ku em weke Welatên Yekbûyî yên Amerîka bi hev re bi vê erkê rabin".
Li aliyê din Trump pesina bêsûc dexistina xwe de û daxwaza "Nêçîra Sêhirbazan" kir. Nancey Pelosi seroka Kongresê ya Demokrat, Komariyên ku piştevanî nedane Împîçkirina Trump weke "Tirsonek" binav kirin.
Pelosi herwiha got mixabin ku Komariyên di civata senatoran de yên ku deng jibo tawabar kirina Trump nedan wan dest ji destûr û niştîmana Amerîkî berdan. Senatorên Komarî Richard Burr, Bill Cassidy, Susan Collins, Lisa Murkowski, Mitt Romney, Ben Sasse û Pat Toomey deng jibo tawanbar dîtina Trump dabûn.
Lisa Murkowski got "Ez dizanim ku gelek xelkê Alaska hene ji dengdana min nerazîne, lê ez piştrastim ku gelek Alaskî hene bi dengdana min serbilind in ". Murkowski ev yek piştî dengdana împêçkirinê gote Politico.
Lisa Murkowski di anva 7 kesên Komarî de endama tekane ye ku dê di hilbijartinên nîv termê de yên 2022ê bihê berbijar kirin, lê yên din dibe ku xanenişîn bibin yan jî di 2022ê dê karê xwe bidawî bikin.
Biden piştî ku li 20ê meha Rêbendanê desthilat wergirtbû, dema ku ajawegêriya li Capitol Hill çêbibû daxwaza yekgirtinê kirbû. Niha piştî proseya Împîçkirinê bidawî bû, ewê berê Biden li ser kar û ajendeya wî ya pêşîn be ku pirsa pandemiyê ye bo serast kirin û erêkirinê 1,9 Tirilyon dolaran, da ku hem vaksîn bilez bihên belav kirin û hem jî ziyanên gihane gel ji encama pandemiya vîrusa korona bihên dan.
Trump pir caran gef li Komariyên ku piştevanî nedane wî kirine, Trump roja Şemiyê gotbû ku ew fikir li pêşeroja xwe ya siyasî dike bê ku behsa horgiliyan bike û di daxuyaniyekê de got "Di mehên pêş de gelek tişt hene ku bi we re parve bikim, û ez hêvî dikin ku bi hev re geşta me ya bêhempa berdewam bike û Amerîka mezin jibo hemû gelê me bidest bixin."
Trump serokê yekê ye di dîroka Amerîka de ku, du caran bihê dadgehkirin bi armanca Împîçkirinê.