Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îranê bi Tundî Hişyar Dike


Serokê Amerîka Donald Trump bang li Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî kir ku dijî Washingtonê gefan nexwe.

Trump ji Twitterê got ku ‘’Bi ti awayî careke din dijî Amerîka gefan nexwin. Ger hûn bixwin, hûnê encamên ku dîrokê de kêm kesan dîtiye bibînin’’

Trump da zanîn ku Amerîka dijî ‘’gefên tundûtûjîyê û mirinê’’ bêdeng namîne, bo Ruhanî hişyarîya ‘’Baldar bin!’’ da.

Serokê Amerîka di meha Gulanê de dîyar kiribû ku ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîyane û dabû zanîn ku ewê toleyên nû yên dijî Îranê di meha Mijdarê de destpê bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî do Yekşemê li Los Angelesê bo siyaseta Amerîka ya dijî Îranê piştgirî xwest û dîyar kir ku divê welatên cîhanê li ser Tehranê zexta aborî çêkin.

XS
SM
MD
LG