Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Îran Bixwaze Em Dikarin Bicivin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew bo hevdîtina bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re amade ye.

Trump di preskonferansa hevpar ya bi Giuseppe Conte re, ku li Qesra Sipî pêk hat, dîayr kir ku Îran kengî bixwaze ew dikarin pê re bicivin.

‘’Bawerîya min bi danûstandinan heye, bi taybetî jî dema ku şer hebe. Îranî jî kengî bixwazin elbet ezê bi wan re kom bibim’’ Trump got.

Trump da zanîn ku jiber ku ‘’bêwate’’ bûye wî peymana navokî ya bi Îranê re bi dawî kiriye.

Serokê Amerîka bi bîr xist ku civînên bi rêberên Rûsya û Koreya Bakur re jî baş derbaz bûye û da zanîn ku ger ew bi karbidestên Îranê re bicivin ewê bo her du welatan û bo cîhanê jî baş be.

Trump û Ruhanî di meha Tîrmehê de dijî hevdu gotinên tund kiribûn.

Amerîka, di meha Gulanê de ragihandibû ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîyaye.

Washington ji alîyekê ve, tevî rexneyên Brîtanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Almanya bo toleyên nû yên dijî Tehranê amadekarîyan dike.

XS
SM
MD
LG