Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îran Piştevana Serekî ya Terorîzma Cîhanê Ye


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê seroktîya kombûna bênavokîbûnê ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî kir û axaftinek pêşkêş kir.

Trump di axaftina xwe de Îran wek "piştevana serekî ya terorîzmê cîhanê" bi nav kir û û careke din dijberîya xwe ya ser rêketina navokî ya 2015’an ya ligel Îranê dubare kir.

Trump dîyar kir ku piştî îmzakirina peymana navokî, helwesta êrîşkar ya Îranê zêdetir bûye.

"Ji rejîmeke ku wiha bi tomareke xirab re, divê destûr neyê dayîn ku bibe xwedîyê çekên navokî," Trump got û hişarî da ku Amerîka wê hîn toleyên dijwartir deyne ser Îranê.

Kombûna Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî rojeke piştî banga wî ya tenêhiştina Îranê tê ku ji cîhanê xwestibû ku heta Îran êrîşkarîya xwe bidomîne, danûstandin bi wê rejîmê re neke.

“Îran rêz li cîranên xwe, li tixubên cîranên xwe û serwerîya dewletên din nagire. Rêberên Îranî dewlemendîya welêt ji xwe re bi kar tînin û li seranser Rojhiilata Navîn û herêmên din kêşe û alozî belav dikin,” Trump bi berdewamî gotibû.

Trump dubare kiribû ku peymana navokî ya serdema Obama, hêlaye ku Îran budceya xwe ya leşkerî 40 ji sedê pirtir bike û piştgirî li terorîzm, tevlihevî û kuştinkarî li Yemenê û Sûrîyê bike.

Ruhanî jî di axaftina Civata Giştî de derbarê sîyaseta Trump ya dijî Îranê wek teroreke aborî bi nav kiribû û bang li Amerîka kiribû ku li peymana navokî vegere.

“Divê Amerîka li gor peymanên navneteweyî yên îmza kirî tevbigere. Washington bi vekişîna ji peymana navokî prensîbên navneteweyî binpê kirine.”

Ruhanî gotibû ku tevî ku Îran li gor peymana navokî tevgerîyaye jî, rêvebirîya Amerîka sedemên pûç’ dîtine û bi wan ji peyamê vekişîye.

XS
SM
MD
LG