Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT: Trump Fermana Êrîşên Dijî Îranê Da, lê Piştre Ew bi Şûnde Vekişand


Rojnameya New York Times îdia kir ku Serok Donald Trump ferman daye ku dijî Îranê êrîş destpê bike, lê wî piştre ‘’ji nişke ve’’ ew ferman rawestandiye.

Li gor nûçeya NYT’ê, şêwirmendên payabilind yên Trump û nûnerên Kongresê piştî hevdîtinên li Qesira Sipî li ber bûn ku dijî Îranê êrîş destpê bikin.

NYT’ê nûçeya xwe sipart hin kesên di hevdîtinan de cîh girtine, lê navê wan eşkere nekir.

Rojname dide zanîn ku Trump ferman daye ku dijî hin navendên Îranê êrîş li dar kevin, lê piştre ew ferman sekinandiye.

Karbidestekî payabilind ji NYT’ê re dîyar kir ku gava ferman hatiye betal kirin operasyon di qonaxa destpêkê de bûye.

Roja Pêncşemê Îranê firokeke bêmirov ya Amerîkî xistibû xwarê û Trump ji Twitterê gotibû ku ‘’Îranê şaşîyeke mezin kir’’

Trump piştre li Qesira Sipî ji rojnamevan re gotibû ku ‘’firoka Amerîkî bê çek bû û ger di firokê de kes hebûya ewê rewş cuda bûya’’

Girjîya di navbera Washington û Tehranê de, di rojên dawî de jinûve gur bûye.

Washington îdia dike ku Tehran alozîya li herêmê mezintir dike û Tehran dide zanîn ku Washington hewil dide ku peywendîya Tehran û cîhanê bibire. ​

XS
SM
MD
LG