Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Spasîya Karbidestên Îraqî Kir


Serokê Amerîka Donald Trump jibo ku li dor balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê kontrolê bi dest xistine û rewş aramtir bûye, spasîya xwe li karbidestên Îraqî pêşkêş kir.

Serok Trump di peyama twitterê de da zanîn balyozxaneya Amerîka niha di ewlehîyê ye deye.

"Şervanên me yên zîrek bi alavên pêşketî yên leşkerî giheştin herêmê. Li ser daxwazê jibo ku bi lezûbez dest bi tevgerê kirin, spasîya xwe li Serokomar û Serokwezîrê Îraqê dikim," Trump nivîsî.

Di peyama duyê de jî destnîşan kir li binghên Amerîkî yên li Îraqê ger zîyanek an kuştinek çêbe, Îran berpirs were dîtin.

"Ewê berdêlên giran bidin. Ev ne hişyarî ye, gef e! Sersala We Pîroz be!"

Serokomarê Îraqê Berhem Salih jî daxuyanîyek da.

"Protestoyên aştîyane mafek bingehîn e. Lê armanckirina bingehên dîplomatîk li dijî berjewendîyên Îraqê û îtibara wê ya navnetewî ye," Salih got.

XS
SM
MD
LG