Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaverê Ye Trump Peymana Navokî ya bi Îranê Pûç Bike


Serokê Amerîka Donald Trump, çaverê ye ku di demeke nêzîk de pûçkirina peymana navokî ya bi Îranê ragihîne.

Karbidestê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Reutersê re got ku Trump dê stratejîyeke nû ya hember Îranê eşkere bike.

Heman jêder da zanîn ku zimanê rêvebirîya Trump li dijî Îranê dê tûjtir be jiber ku rêvebirî pir caran ji kiryarên Îranê li Rojhilata Navîn nerazî ye.

Trump gelek caran nerazîbûna xwe li ser peymana navokî ragihand û ew wek “şermezarî” û “peymana her xirab ya lihevkirî,” bi nav kiribû.

Hêjayî balkişandinê ye ku Trump heta 15'ê Cotmehê biryar bide ku ew vê peymanê erê dike yan hildewişîne.

XS
SM
MD
LG