Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Divê Welatên Din jî Dijî DAIŞ'ê Şer Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku divê welatên din jî dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer bikin. Trump di çîroveya xwe de navên dewletên mîna Rûsya, Pakistan û Îran wek mînak anîn pêş.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî roja Sêşemê gotibû ku mîlîtanên DAIŞ’ê li hîn deveran hêza tînin ser hev û bi hêz dibin, lê wî dîyar kiribû ku wek berê hêza wê komê nemaye ku êrîşan pêk bîne.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, di meha Adarê de dawî li “xîlefeta DAIŞ’ê” anîbû.

HSD dibêje ku ji 50 dewletan bi hezaran mêr, jin û zarokên di destê wê de ne ku ji wan herî kêm 2,000 kes şervanên gumankirî yên DAIŞ’ê ne ku gelek ji wan ji welatên Rojava ne.

XS
SM
MD
LG