Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Êdî Dem Hatiye ku Amerîka Desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê Nas Bike


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku êdî dem hatiye ku Washington desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê nas bike.

Trump ew peyama ser Girên Golanê ji Twitterê da.

‘’Piştî 52 salan, êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê, ku bo îstiqrara herêmê cîhekî stratejîk e û bo ewlekarîyê girîng e, bipejirîne’’ Trump nivîsî.

Piştî tweeta Trump, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ji Twitterê razîbûna xwe ya ser gotinên Trump belav kir.

Netanyahu da zanîn ku ‘’Trump bi awayekî wêrek desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê pejirandîye’’ û spasîya wî kir.

XS
SM
MD
LG