Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ez Dixwazim Herkes di Zûtirîn Dem de Vegere Ser Karê Xwe


Virus Outbreak Trump
Virus Outbreak Trump

Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî dîyar kir ku ew dixwazin sînordarkirinên jiber vîrusa korona heta sê hefteyan bi dawî bikin.

Trump da zanîn armanaca sereke nermkirin û bidawîkirina rêbazan e û got ku ew hêvî dikin ku heta Cejna Rabûnê (Easter) ya 12’ê Nîsanê baştir bibin.

‘’Ger em heta Cejna Rabûnê aborîya xwe wek berê bikin, ezê kêfxweş bibim. Ez dixwazim ku herkes kêlîyeke zûtir vegere ser xwe karê xwe’’ Trump got.

Wî da zanîn ku belavbûna vîrusa korona ‘’kêşeyeke giran e’’ û ‘’îstiqrarê xirab dike’’

Vîrusa korona li seranserê Amerîka ketiye canê pirtir ji 50,000 kesan û 660 kes kuştine.

Piranîya pêketîyên vîrusa korona li New York û Washingtonê ne.

XS
SM
MD
LG