Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ez bi Nûçeyên Ser Hindabûna Cemal Xaşikcî Ketime Fikaran


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku jiber nûçeyên ser hindabûna rojnemavanê Saudî Cemal Xaşikcî ketiye fikaran.

Trump li Qesra Sipî ji rojnamevanan re got ku ‘’kêfa min ji bihîstina vê mijarê re nayê, niha ti kes li ser vê mijarê tiştekî nizane’’

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dabû zanîn ku divê karbidestên Saudî derketina Xaşikcî ya ji konsulxaneyê îsbat bikin.

Xaşikcî, ku bi rexneyên xwe yên dijî desthilata Erebîstana Saudî dihat nasîn, di 2’ê Cotmehê de ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê û piştî wê hinda bûbû.

Karbidestên Tirkîyê dîyar dikin ku dibe ku Xaşikcî hatibe kuştin.

Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê lêpirsîna ser îdiayan didomîne.

XS
SM
MD
LG