Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê serdana bajarê Kenosha ya li eyaleta Wisconsin dike ku vê eyaletê bo hilbijartina seroktîyê yê xwedi meha Mijdarê de gelek girîng dibîne.
Li bajarê Kenosha piştî ku di 23'ê Tebaxê de zilameke bi navê Jacob Blake yê 29-salî ji alîyê polîsan ve hat kuştin xwepêşandanên girseyî berdewam dikin.
Tê pêşbîn kirin ku Trump serdana navenda dermankirineke ya lezgîni bike, bi polîsan re bicive û herwiha serdana heremeke bajar ku di dema xwepeşandana de zara dîtîye.
Trump roja Duşemê ragihand ku ew plan nake bi malbata Jacob Blake re hevdîtinê bike ji ber ku civînek wiha de ewê parêzerê malbatê jî hebe.
Dema îro Sêşemê berê derkeve rê dîsa ji Trump hat pirsîn ku gelo ewê bi malbetê bibîne wî got, "Ez hîn nizanim. Em ê bibînin."
Hefta borî li Kenosha di xwepêşandanên dijî nijadperestî û tundîya polîsan de du kes ji hêla Kyle Rittenhouse yê sipî ye û 17 salî ve hatin kuştin.
Kyle Rittenhouse, tevî kuştina bi armanckirî ya asta yekê, bi şeş sûcên cûda tê tawanbar kirin.
Rittenhouse alîgirekî xurt yê polîsane ye.
Donald Trump roja Duşemê li ser ve mijarê ragihand ku ew texmîn dike ku Rittenhouse hewl dida ku ji wan dûr keve, wusa xuya dike.
"Ez texmîn dikim ku ew di tengasîyek pir mezin de bû. Ewê bihata kuştin," Trump got, lê hûrgulî neda ka dibe ku Rittenhouse di kîjan tengasîyê de bû.
Walîyê eyaleta Wisconsin û şaredarê bajerê Kenosha ji Trump xwestin ku serdana xwe paşde bixe, û gotin ku bajar jibo qencbûn û başbûnê dem hewce dike.
"Li Kenosha destpêkek pir baş çê dibe. Bajar şewitî û em hewcê aşbûnê ne, ne ku varîleke benzînê, destpêkek pir baş heye ku çêbibe. Bajar şewitî bû û ji me re şîfayê hewce dike, ne ku bermîlek benzînê bikeve hundur," di twîteke Yekşemê de, Walîyê eyaleta Wisconsin Mandela Barnes ser serdana Trump got.