Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Hevkarîya Îmran Xan Dixwaze ku Talîbanê Bîne Danûstadinan


Serokê Amerîka Donald Trump bi nameyekê hevkarîya Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan xwest ku Talîbanê bîne ser maseya danûstandinên aştîyê li Afganistanê.

Xan ji komeke rojnamevanan re eşkere kir ku wî îro Duşemê name wergirt û wî soz da ku Pakistan dê hemî bizavên pêdivî bike ku alikarîya peyvajoya aştîya Afganistanê bike.

Berdevkê Wezareta Derve yê Pakistanê Mihemed Faysal jî bi daxuyanîyeke nivîskî agahî li ser nameya Trump da.

"Trump ji Xan re got ku jibo wî mijara herî girîng ya wê herêmê destxistina aştî ya li Afganistanê ye û loma ew piştgirî û navbeynkarîya Pakistanê dixwze."

XS
SM
MD
LG