Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Trump û Kim Jong Un Dibe ku Were Taloq Kirin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku dibe ku hevdîtina wî ya bi Serokê Koreya Başûr Kim Jong Un re were taloq kirin.

Trump da zanîn ku bo hilcivîna dîrokî li dar keve divê Koreya Bakur hin şertan bi cîh bîne.

Trump ser şertan ti agahî neda û ser pirsa derbarê şertan got ku ‘’divê çekên navokî bi temamî werin berdan’’

Trump, dema bi Serokê Koreya Başûr Moon Jae In re li Qesra Sipî kom bûbû ew gotin kirin.

Koreya Bakur jî ser hilcivînê da zanîn ku ger Amerîka bo çekberdana yekalî pêde here dibe ku ew hevdîtinê betal dikin.

Li ber bû ku Trump û Kim Jong Un dê di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê bicivîyana.

XS
SM
MD
LG