Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Kim Jong Un li Sîngaporê Ne


Serok Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un do Yekşemê derbazî Sîngaporê bûn.

Her du rêber dê sibê Sêşemê bo Pyongyang dest ji çekên navokî berde, hevdîtinekê li dar xînin.

Trump, gava ji firoka ew bir Sîngaporê daket ji rojnamevanan re dîyar kir ku bo hilcivînê amade ye û xwe pir baş hîs dike.

Trump ji Kanada, ku bo Hilcivîna G-7 çûbû wir, derbazî Sîngaporê bû.

Kim Jong Un, çend demjimêr berî Trump giheşt Sîngaporê. Kim Jong Un piştî dest da Wezîrê Derve yê Sîngaporê, bi lîmuzîneke ku li ser du alayên mezin Koreya Bakur li ba diketin, derbazî Otela St. Regis bû.

Kim Jong Un û Serokwezîrê Sîngaporê Lee Hsien Loong bi şev kom bûn.

Kim bi rêka wergêr ji Lee re got ku ‘’Hemî cîhan Hilcivîna Koreya Bakur û Amerîka dişopîne. Bi hewildanên we yên ji dil me xebatên bo hilcivîna dîrokê temam kirin’’

Serok Trump û Lee Hsien Loong jî dê îro Duşemê kom bibin.

Trrump û Kim Jong Un dê sibê Sêşemê bicivin, lê hîn ne dîyar e ku dê her du rêber ser kîjan mijaran li hev bikin

XS
SM
MD
LG