Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Kim Jong Un Nameyeke Xweşik Şandiye


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ji wî re ‘’nameyeke xweşik’’ şandiye.

Trump li Qesira Sipî da zanîn ku ew bawer dike ku dê tiştên ‘’pir pozîtîf’’ çêbin.

‘’Nameyeke pir germ, pir xweşik. Li gor min potansîyela Koreya Bakur mezin e’’ Trump got.

Wî li ser nameyê ti agahîyeke din neda.

Trump û Kîm herî dawî li Hanoî ya paytexta Vîetnamê kom bûbûn, lê di hevdîtina wan de ti lihevkirin çênebûbû.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî John Bolton dîyar kiribû ku Trump û Kim Jong Un dikarin di demeke nêz de hilcivîna sêyan li dar xin.

XS
SM
MD
LG