Trump û Kim bi hevre pêyase kirin û peyamên kin dan rojnamevanan.
Wek pirsa “Birêz Serok hilcivîn heta niha çawa dihere?”
Trump got ku “Hilcivîn pir, pir baş didome. Peywendîya we gelek baş e.”
Trump û Kim demeke kin berê, bi hevre li ser kursî rûniştibûn da ku rojnmevan bikaribin wêne û dîmena bigirin.
“Hêsteke pir hêja ye. Emê hilcivîneke pir hêja pêk bînin û bi nêrîna min ev hevdîtin dê gelek serketî be. Ev ji min re serbilindîyek e. Peywendîyeke me ya baş wê hebe û ez di vê yekê de bê guman in.”
Kim jî dîyar kiribû ku giheştina vê konaxê bi hêsanî pêk nehat.
“Dema borî li ser baskên me wek zencîr bû û kiryar û pêşhikûmên kevn li pêş me bûn asteng, lê me dikarîbû hemîyan têk bibin û bigehijin vê kelîyê ku em tê de ne, ” Kim gotibû.
“Erê rast e,” Trump tev li gotinên Kim bûbû.