Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Rêberê Komarîyên li Civata Senatoran Rexne Dike


Serokê berê Donald Trump, Rêberê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnel rexne kir.

Şirovekarên sîyasî ser vê rewişê dibêjin ku kêşeyên di navbera her du Komarîyan de gurtir dibin.

Trump ser McConnel da zanîn ku ew ‘’cirnexweş’’ e û got ku ‘’Ger Komarî bi wî re dewam bikin ew nikarin careke din bi ser kevin.’’

Jiber ku McConnel, serketina Joe Biden ya di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de pejirandibû, Trump bertek nîşan dabû.

McConnel dîyar kiribû ku Trump bi awayekî ‘’kiryarî û exlaqî’’ berpirsê êrîşên li ser Kongesê ye û mesafeya di navbera her du Komarîyan de zêdetir bûbû.

Wî gotibû ku ewê di dengdana ser împîçkirina Trump de dengê ‘’na’’ bide, lê piştî dengdanê serokê berê bi tundî rexne kiribû û gotibû ku wî bûyerên 6’ê Rêbendanê sor kiriye.

Rêberê Komarîyan ser dengdana xwe jî gotibû ku jiber ku dema seroktîya Trump temam bûye, destên Civata Senatoran girêdayî ne.

XS
SM
MD
LG