Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Koreya Bakur bi Tundî Hişyar Kir


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ger Koreya Bakur gefên xwe yên li dijî Washingtonê bidomîne, ewê ''agir û hêrs''eke ku berê dinê nedîtiye bibîne.

''Ger Koreya Bakur gefên xwe yên dijî Amerîka rawestîne ewê baş bibe. Ewê agir û hêrseke ku berê cîhanê nedîtîye bibîne'' Serok Trump li New Jerseyê ji rojnamevanan re got.

Girjîya di navbera Amerîka û Koreya Bakur, piştî Pyongyangê di meha Tîrmehê de du muşekên balîstîk yên navparzemîn ceribandibûn gurtir bûbû.

Koreya Bakur dide zanîn ku muşek dikarin bigihêjin Amerîka.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî pêr Duşemê, jiber bernameya muşekan ya Koreya Bakur, li dijî wê biryara toleyên nû dabû.

XS
SM
MD
LG