Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Lihevkirina Her Du Koreyan Geşbîn E


Serokê Amerîka Donald Trump, ji hesabê xwe yê Twitterê ser hesabê lihevkirina rêberên Koreya Bakur û Koreya Başur got ku ‘’pir balkêş e’’

Trump dîyar kir ku Koreya Bakur soz daye ku navendên çekên navokî ji çavdêrên navneteweyî re veke û di vê navberê de dê testên navokî neke.

Trump bi berdewamî da zanîn ku rêberên her du Koreyan dixwazin ku olîmpîyatên sala 2032’yan li welatên wan li dar keve.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û Serokê Koreya Başûr Moon Jae In îsal sê car in kom dibin.

Di hilcivîna li Pyongyangê ya paytaxta Koreya Bakur de her du rêberan peymanek îmza kir.

Moon dê heta sibê Pêncşemê li Koreya Bakur hin hevdîtinên din bike û bo bîragiştî ser hûrgilîyên dawî agahdar bike dê serdana New Yorkê bike.

XS
SM
MD
LG